Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de Li Enbar Pênc Kes Têne Kuştin


Berpirsên Îraqî dibêjin erebeyeke bumbekirî ku bingeheke ewlekariya sînor li parêzgeha Enbar ji xwe re kiribû armanc, 5 kes kuştin û 10ên din birîndar kirin. Berpirs dibêjin serkirdeyê bingehê di nav kesên mirî de ye.

Xwekujê ku erebeya bumbekirî dajot, êrîşî seytereyekê kir li derveyî bingehên ewlekariya sînor li bajarokê el-Nuxeyb ku 100 km dûrî sînorê Erebistana Siudî ye.

Berpirsekî tenduristî jimarên qurbaniyan piştrast kirin.

Hemî berpirsan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

kesekî ta niha berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ranegihandiye.

Êrîş tê piştî destkeftên mezin yên hêzên Îraqî li Enbar.

Demekê berê vê hefteyê, leşkerên Îraqî navçeyên sereke yên derdora paytexta Enbar Ramadî ji bin destê çekdaran vegerandin.

XS
SM
MD
LG