Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kalîforniya Aliyekî Nenas bi Mebest Agir Berdide Mizgeftekê

Li başûrê wîlayeta Kalîforniya agir bi maizgeftekê ket berî nimêja nîvroya ya doh înê lê çi ziyan negihîşt kesî.

Ev rûdan tê piştî hefteyekê ji êrîşa jin û merekî bo ahengeke civakî li heman wîlayetê ku di encamê de 14 kes hatin kuştin.

Berpirsên navçeya Riverside guman dikin ku berdana agir bo Mizgefta Koachella bi mebest bû ye.

FBI û nivîsîngeha Amerîka ya Alcohol, Titûn, çek û teqemeniyan beşdar dibin di vekolînan de.

Hejayî gotinê ye, sala borî heman mizgeft rastî gulebaranê hat, lê çi ziyan negihîst kesî û desthilatdaran vekolîn li dor wê kirin, wek gunehkariyeke kîn û dilreşiyê.

Koachella ew dora 125 km dûrî San Bernardino ye, cihê ku jin û mêrê Misilman14 kes kuştbûn û 22 din jî birîndar kiribûn.

Tê zanîn polîs li seranserî Amerîka xwe amade dike ji bo riyaksyonên dijî misilmanan piştî êrîşa San Bernardino.

XS
SM
MD
LG