Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN Bi Piroje Biryarekê Piştgiriya Aştiyê Dike li Sûriyê


Civata ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bi tevahî piştgiriya piroseyeka aştiyê dike ji bo Sûriyê ku biryare meha bê dest pê bike bi axaftinên di navbera opozisyonê û hikûmeta Sûrî de û her wiha agirbestekê ku dê bo yekem car bi awakî rijdî rê veke li ser çareseriyekê ji bo şerê navxweyî li wir.

Pêgiriya civatê bi pilana piştgirya çareseriyekê doh înê tê di demekê de ku hêzên mezin yên cîhanê êdî dibînin ku xema yekem li Sûriyê divê ew be têkbirina gurûpa Dewleta Îslamî Daiş. Ev gurûpa ku bû çend salin şerê Sûriyê ji bo xwe wek derfetekê dîtiye da bingehekê ji bo xwe ava ke û ji wir êrîş bike welatên derve.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry gote peyamnêran ku cîhan dê bibîne ka di mehên bê de proseya aştiyê digihe ku. Wî handeriya hêzên mezin kir, di nav de jî hevalbendên rêjîma Sûriyê Rûsya û Îran ku axaftinên xwe bi kiryaran ve girêdin.

Hêjayî gotoinê ye piroje biryara UN bal nekişand ser doza herî cihê nakokiyê, pêşeroja serokê Sûriyê Beşar el-Esed.

Tê zanîn Amerîka, hevalbendên wê yên Ewrupî, Erebistana Siudî û hin welatên Ereb yên din dibêjin divê Esed ji ser deshilatê biçe. Di demekê de ku Rûsya û Îranê bi awakî berdewam bangên welatên derve di vê derbarê de red dikin .

XS
SM
MD
LG