Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Sîno: Rûsiya Girîngiyê Dide Rola Kurdan Di Herêm De


Rûsiya bi awayekî berçev ragîhand ku mafê kurdan yê sirûştî heye di pêkanîna xweseriya xwe de wekû netew di Rojhilata Navîn de ji ber rola wan ya girîng di rûdawên herêmê de.

Dengê Amerîka di hevpeyvîna xwe de bi Mistefa Sîno re, nûnerê partiya El-Partî (P.D.K.S) li Rûsiya û endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKS, li ser guhertina helwesta Rûsiya ji aliyê pirsgirêka Kurdî ve di herêmê de pirsî û bi taybetî piştî pêşwazîkirina Rûsiya ji hevserokê HDP Selahtîn Demirtaş.

Birêz Sîno got: "Rûsiya baş dizane ku Kurd bûne fakerekî serekî di herêmê de, û rola wan bi bandor e, çi li Sûriye çi li Tirkiye jî, ji ber vê jî ew berê xwe dide wan û dixwaze alîkariya wan bike."

Herwiha jî birêz Sîno anî ziman, ku divê Kurd hişyar bin û berjewendiyên xwe bidin pêş, da ku nebin kaxezên siyasî di lîstika navdewletî de careke din û mafên xwe misoger bikin di herêm de.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke:

Hevpeyvîna Mistefa Sîno-LA-12-26
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:53 0:00

XS
SM
MD
LG