Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Piştevaniya Lêkolînê Dijî Rêberên HDP Dike


Serokê Tirkiye Receb Teyyib Erdogan dibêje, ew piştevaniya lêkolînê dijî rêberên opozisyona Kurd li Tirkiye dike liser daxwaza rêveberîya xweser ko serokê Tirkiye bi tawana destûrî nav dike.

Dozgerê giştî lêkolîn dijî hevserokê HDP Selahettin Demirtaş destpêkir, piştî konferansa du rojan a HDPê û daxwaza rêveberîyeka pitîr serbexw bike.

Lêkolîn lidemekê tê, deverên Kurdan rastî tondûtijîyan dinavbera serhîdayîn Kurd û hêzên hikometê dibe ko ya here xirabe he ji sala 1990 da.

Serokê Tirkiye gote rojnama Hurriyyiet daxwazên rêberên HDP tawaneka destorêye û wê bandoreka baş liser şerî weko gotî " Terorê " hebe.

Hevserokê HDP da zanin, nizîkî hezar kesên sîvîl rastî topbaran kirina tankên leşkerê Tirkiye dibin.

XS
SM
MD
LG