Mêvanê vê xelekî ji bernama Deng û Reng Hunermendê şêwekar Sardar Kestay ye.
Sardar Kestay di sala 1973an de li Dihok, başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Sardar Kestay bi hunera xwe motîvên ji çand û folklora kurdî bi şêweyên nûjênî bikartîne û hûnandinekê ciwan bi wan diaferîne.
Serdar di berhemên xwe de dûrî jêdera xwe nakeve û bi pirinsîpên hunera kilasîk ve girydayî ye, lê bi şêweyên xwe derbasî nav modrnîsmê dibe, ku car carna apsrtakta rengewêj xwe di berhemên wî de dide pêş.
Motîvên herî berçave di berhemên wî de, yên jina kurd e, bi cil û bergên gelîrî û xemla ciwanî.
Serdar dibêje: “jêdera babetên min Kurdewarîn e, lê jin cihekî taybet di nav wan de digre.”
Li aliyê din jî, Sardar Karîkatorsitekî baş e û rexnegirekî tûje ji civet û siyaseta Kurdî re ye.
Sardar nuha li Amerîka dijî û li wir karê xwe berdewam dike û beşdarî çalakiyên hunerî dibe.
Pêşangeh:
Yên taybet:
1994: Yekemîn pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
1995: pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
1996: pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
1997: pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
1998: pêşangeha karîkaturên wî li Dihokê
2005: nîgarên wî yên boyaxê li Dihokê
2006: Pêşangeha taybet a karîkaturan li Swêdê
2009: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Dihokê.
2010: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Zaxoyê
2010: Pêşangeha portreyên karîkaturan a bi navê "Kurdên navdar" li Amedê
2012: Pêşangeha bi navê "Body, grief and rain", Dihok
2013 Pêşangehek li Dom Gallery Merseburg, Elmanya
Yên Hevbeş :
1998-2011: Tevlîbûna Duhok Gallary
1998-2005: Tevlîbûna Kurdistan Gallary li Hewlêr
2001-2006: Tevlîbûna Zamwa Gallary li Silêmanî
1998-2005: Tevlîbûna pêşangehên li Dihok û Hewlêrê
2001-2002: Tevlîbûna pêşangeha "Karîkaturîstên Dihokê"
1998: Tevlîbûna Kurdistan Gallary li Hewlêr
2000: Tevlîbûna pêşangeha International Red Cross Exhibition of Posters, li Dihok, Hewlêr û Silêmanî
2000: Tevlîbûna pêşangeha UNESCO Art Exhibition li Hewlêr
2000: Tevlîbûna pêşangehên Zamwa Gallary li Silêmanî
1997-2000: Tevlîbûna pêşangehên li Zaxo û Hewlêr
2001: Tevlîbûna pêşangehên li Dihok û Silêmanî
2005: Tevlîbûna du pêşangehên li ser karîkaturan li Dihok
2005 Tevlîbûna "Badirkhan Caricatures Festival Art Exhibition" li Dihok
2005 Dayîna kursekê li Koye Gallery
2005: Tevlîbûna pêşangeha li ser qurbanên Enfalê li Silêmanî
2005: Tevlîbûna "Second Festival of Kurdistan Artists Union" li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûk
2005: Tevlîbûna pêşangeha karîkaturan li Misirê
2005: Tevlîbûna pêşangeheke bi navê "Common" li Dihokê
2005: Tevlîbûna pêşangeha karîkaturên hunermendên îraqî li Bexdayê
2006: Tevlîbûna pêşangeheke sê hunermendên hilbijartî li Hewlêrê
2006: Tevlîbûna 3'mîn Festîvala Bedirxan bi pêsangeha karîkaturan li Hewlêrê
2006: Tevlîbûna bernameyeke bi navê "Nêrînek ji welat" li Dihok
2008: Tevlîbûna yekemîn Festîvala Nîgarsaziyê ya Kerkûkê
2009: Tevlîbûna bernameyeke hunerî ya hunermendên ihokê
2011: Tevlîbûna pêşangeheke hunermendan li Hewlêrê
2011: Tevlîbûna Festîvala Gelawêj li Silêmanî
2012: Tevlîbûna bernameyeke hunermendên Dihokê