Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mizgeftên Frensa Deriyê xwe ji Hemî Xelkê re Vedikin


Bi sedan mizgeftên Frensa îroj şemiyê deriyê xwe ji xelkê re vedikin wek hewildan ji bo gihandina çanda xwe bo xelkê ne misilman.

Ev çalakî tê di demekê de ku êrîşên tundrewên Îslamî, nerînên neyênî li dor baweriya misilmanan belav kirin.

Herçendî hemî mizgeftên Frensa ku jimara wan 2,500 in, di vê çalakiyê de beşdar nabin, piraniya wan beşdar in, di nav de jî mizgefta mezin li Parîsê.

Ev hewildan bi piştgiriya civata Frensî ya baweriya Misilmanan dibe.

Serokê gurûpê Enwer Kebîbeş gote peyamnêran ku mizgeft xelkê vexwendî kombûna li gel misilmanên asan dikin ji bo rûniştina li gel hev, guftûgokirinan û temaşekirina li nimêjekê ji pênc nimêjên wan yên rojane.

Ev kombûna dostane ji bo vexwarina piyalek çay, cih digre di demekê de di navbera salvegera êrîşa tundrewan li ser govara Charlie Hebdo di 7 çele de û xwepêşandana milyonî ya xelkê wek piştgirî ji qurbaniyê wê êrîşê re di 11 meha çelle de.

XS
SM
MD
LG