Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Isa Ferhan Mêvanê Bernama Deng û Reng e


Mêvanê vê xelekê ji bermnama Deng û Reng, Hunermend û dengbêjê Isa Ferhane ji bajarê Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê ye.

Isa di sala 1982an li bajarê Qamişlo ji dayik bû. Ji biçûkaniya xwe hezkirê şano bû û bala mamosteyên xwe di dîbistana sertayî de kişand.

Herwiha jî rola biryê wî Ciwan Ferhan li ser wî hebû, ku herdû xwe fêrî Tembûr û Ûdê dikir bi piştevaniya bavê wan.

Di sala 2003an de li navenda Goteh ya hunerê li Şamê , şano xwend û behera li wir li pêştxist.

Li Şama paytext, êdî beşdarî zincîr-filimên kenok Meraya bû, bi listikvanê sûrî ê navdar Yasir Al-edimê, û nivîsa çend xelek ji wan zincîran nivîsî bû.

Di demên dawî de dengê Isa û şêweya wî ji lêdana Ûdê bal kişand, bi taybetî di stranên hunermendên navdar mîna Mihemed Şêxo, Seîd Yousif de, ku bi germaya dengê xwe awazeke ciwan afirand.

Mûzîk û stran bala Isa gelekî dikşîne, ji ber wê jî Isa karîbû dengbêjekî wendayî ji Hesekê nasbike û stran û mîratê wî ji awazan careke din bide xwendin, hunermend Mixêber Bedran- Bavê Ciwan.

Isa xwe amade dike bo albomekê ji stranên xwe ku wê diyarî Mixêber bike di vê salê de.

ji bo guhdarîkirina hin stranên Isa, van fayla veke:

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00

Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke:

please wait

No media source currently available

0:00 0:21:17 0:00

XS
SM
MD
LG