Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Cemîl: Pêwestiya Me Bi Çekê Giran Heye Di Şerê Li Dijî DAIŞê


Li Rojavayê Kurdistanê hîna şer li dijî DAIŞê berdewam dibe bi hevrêziya hêzên Kurdî û yên Sûriya Demokratîk ku gelek dever ji destê DAIŞ rizgarkirine bi çek û teqemeniyên xwe ên sivik bê ku tu alîkariya çekên giran ji tu aliyan wergir in.

Dengê Amerîka di hevpeyvîna xwe de bi Dr.Selah Cemîl re berpirsê pêwendiyên leşkeriya giştî ya YPG li Hesekê, pirsa rewşa şer û pêşveçûna wan di eniyên şer de li dijî DAIŞê kir.

Birêz Cemîl dibêje ku şer hinekî sivik bûye lê berdewam e û got: "pêwestî bi çekên giran heye, ji ber ku çekên pêşketî di destê DAIŞ de heye û wan li dijî me bikartînin."

Herwiha jî wî bal kişand li ser dana alîkariyê ji welatên Ewrupî û Amerîka, bi taybetî alavên leşkerî ên giran û pêşketî, da ku karibin DAIŞ têk bibin.

Hevpeyvîna Selah Cemîl-LA-1-14-2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:17 0:00

XS
SM
MD
LG