Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ibrahim Gurbuz: Bêdengiya Navnetewî Li Ser Tewanên Tirkiye Li Dijî Kurdan Şermezariy e


Hikûmet Tirkiye şer û êrîşên xwe li dijî PKK berdewam dike li tenişta fişar û zoriya wê li ser bajarên Kurdan, hwewiha jî girtina kesên zana ku dozê li hikûmetê dikin bo rawestandina şer û pêkanîna aştiya di nav Kurd û Tirkan de.

Di derbarî kiryarên dawî yên hikûmeta Tirkiye de bi girtina 18 kesên akademsyon û xistina wan ber pirsan û çavdêriyê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Ibrahîm Gurbuz serokê Weqfa Ismaîl Pêşekçî re kir û nerîna wî wergirt di derbarî ev kêşeya dijberî Kurdan li Tirkiye.

Birêz Gurbuz di hevpeyvîna xwe de dibêje: "Ev cara yekeme ku goristanê Kurdan tên bombebarankirin ji aliyê Tirkan ve, ev nîşanên gelekî xerab in ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve li dijî Kurdan."

Herwiha jî wî anî ziman ku bêdengiyeke navdewletî li ser kiryarên dijberî Kurdan heye û ew cihê şermezariyeke mezine ji mirovantiyê re.

Hevpeyvîna Ibrahîm Gurbuz-LA-1-16-2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:17 0:00

XS
SM
MD
LG