Hikometa Sûrîye ragahand, çekdarên Dewleta Îslamî 300 kes di komkûjîyekê da serjê kirin, piştî şer û hevçûnan li Rojhelata Dêr ez-Zor.
Acansa nûçeyên hikometa Sûrî "SANA" dibêje, piranîya kesên hatîn koştin jin û zarok bon. Lê bizavkarên oposizyona Sûrî da zanin, piranîya koştî yan serbazên hikometî yan çekdarên alîgirên serokê Sûrîye Beşar el-Esad bûn.
Rêkxistîya Sûrî a mafên mirovan dibêje, li roja Şembîyê 135 kes hatine koştin û nizîkî 80 ji wana serbaz û alîgirên hikometa Sûrî bûn.
Acansa ser bi Dewleta Îslamî Amaq ragehand, êrîşeka mezîn ji 4 alîyan ve li bakur û Rojava Dêr ez-Zor îro hate kirin û 110 serbazên hikometê hatîne koştin û 5 din hatêne girtîn.