Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelîl: Di Salvegera Rizgarkirina Qehremanî ya Kobanê de Kurd Ji Cenevre 3 Tên Dûrxistin


Danûstendinên aştiya Suriyê di qunaxeke hestiyar de derbas dibin, hatiye plankirin ku, 29î Çile gotûbêjên liser aştiyê li Suriyê di navbera desthilata Asad û grupên Opozisyonê de li Cenevre 3 bên destpêkirin.

Lê heta niha ne zelalî di dem û kesên ku dê beşdarî civînên Cenevre 3 de, bibin heye, roja pênşemê cîgirê wezirê derve yê Rusiya daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir da ku civîn bên paşxistin.

Kurd weke hêzêke bingehîn ya şerê li dij Daişê, herwiha Opozisyona Surî tê dîtin, lê jiber gefên Tirkiyê Kurd ji bo beşdariya civînên Cenevre 3ê nehatine bangkirin.

Liser vê Mijarê pişka kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel Lêkolînvan Newaf Xelîl, berpirsê senterê Lêkolînên Kurdî li Almaniya encam da, di gotinên xwe de Newaf xelîl got,"Yên heta doh parçek bûn ji rejîma dîktatorî ya Dîmeşqê kesên weke Riyad Hicab û terorîstên weke Mohamed Eluş hatine bang kirin, lê li salvegera berxwedana qehremanî ya rizgarkirina Kobanê de, kurd ji wan civînan hatine dûrxistin".

Herwiha Xelîl got, ew aliyên xwe weke opozisyon di hesibînin, Kesên tayfa Elewiyan xistine nava qefesan û agir têberdan û yên berpirsên Îstîxbarat û wezîrên Asad bûn, ne mumkine bibin kesên demoratî xwaz, yên demokratiya rast li Suriyê peyda bikin, Hêzên Suriya Demokrat in yên ku nunertiya Ereb, Kurd, Kristiyan, Tirkman û hemî rengên Suriyê dike, ewê bibin bingeha demokartiyê li Suriyê, weke Newaf xelî dibêje.

Temamiya hevpeyvînê di Fayla deng de ye

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:31 0:00

XS
SM
MD
LG