Mêvana vê xelekê ji bernama Deng û Reng, hunermenda peykersaz Jiyan Ebdulrehman e.
Jiyan Ebdulrehman ji xelkê Dêrika Hemko ye, li Rojavayê Kurdistanê.
Di nav malbateke neştiman perwer û hezkirê çand û zimanê xwe, jiyan perwedehiya xwe ya serekî qedand.
Piştî xwendina navîn, wê berê xwe da Şama paytext û li Instutuya hunera ciwan, xwendina peykersaziyê kir.
Jiyan bi berehmdana xwe ya hunerî, karî bû beşdarî çalakî û pêşangehên hunerî bibe, çi li nav Kurdên Sûriye û çi li nav Erebên Sûriye.
Jiyan li gorî baweriyên xwe, peykerên kesayetên Kurd ên navdar çêkir û radestî navendên Kurdî kir da ku rêz li wan kesayetan bên girtin, mîna Cegerxwîn, Ibrahîm Paşa Millî, Nûridîn Zaza û hinî din.
Jiyan wekû jineke Kurd, karîbû ji herî, kevir, dar û hestin berhemên ciwan biafirîne û beşekî ji nazikbûn û hestyariya xwe ya mê têxe giyanê wan alavan.