Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Boriya Niftê ya PKK Teqandî Çêdike


Wezareta wizeyî ya Tirkiyê dibêje wê dest bi çêkirina boriya niftê kir ku niftê xam ji bakurê Îraqê diguhêze qeraxa derya Sipî.

Wezaretê îro şemiyê got guhestina niftê xam yê boriya di navbera Kerkûk û Ceyhan de hat rawestan piştî êrîşa 17 yê mehê ji aliyê çekdarên PKK ve.

PKK roja pêncşemê êrîşeke din bir ser boriyê li nêzîkî bajarokê Îdil li parêzgeha Şirnexê.

Wezaret dibêje hêzên ewlekariyê gavên girîng avêtine ji bi parastina boriyê û got ew nêzîk pêşbîniya guhestina niftê di heman boriyê re dikin.

Tê zanîn ev borî jêdereke girînge ji bo dahata hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê û ew di herêmên Kurdên Tirkiyê re derbas dibe, cihê ku hêzên ewlekariya Tirkiyê hewil didin rê li çekdarên Kurd bigrin.

XS
SM
MD
LG