Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aliyên Kurdî li Sûriyê Tekez Dikin li Ser Fîdralîzmê


Piştî 5 salan ji qeyrana sûrî û kuştina bi hezaran sivîlan û çekdaran pirr şopînerên rewşa sûrî dibêjin ku bicîkirina sîstema fîdraliyê li sûrî wê derî li çareseriyeke siyasî veke.

Hêzên siyasî yên Kurdî li Sûriyê ew jî vê daxwazê dikin, tevî ku ne rêjîm û ne aliyê din yê opsizyûna Sûrî vê yekê hildibjêrin.

Şêwremendê hevserokatiya (PYD) birêz sîhanok Dîbo dibêje di ezmûna Rojava de ev sê sal bi xwe birêve dibe ev yek rengek fîdralîzmê ye.

Li gor Şêwremendê (PYD) ezmûnek serkeftî ye û ji bo Sûriyê jî dibe were bicîkirin.

Birêz Mihemed Îsmaîl endamê hemahengiya Encûmana Niştîmanî kurd li Sûrî (ENKS) li ser vê mijarê dibêje:

"Sîstema fîdral du kêşeyan çareser dike yek ji bo çareserkirina kirîza sûrî re û yadan jî çareserkriina pirsa kurdî li sûrî.”

Hevgrtina niştîmanî kurd li Sûrîya yê (HNKS) ser zimanê endamê komîta siyasî ya HNKS birêz Mistefa Meşayix ji bo dengê Amerîka dibêje:

"Heger sûrî vegere sîstema navnedî wê ezmûna diktatora mezhebekê vegere sûrî û ev yek rê li ber çareseriya aloziya sûrî digre."

Ji bop guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG