Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Hewil Dide Malan Dabîn Bike ji bo Nîv Milyonek Sûrî


Acansa Neteweyên Yekgirtî ya penabveran (UNHCR) bang li hemî welatên cîhanê kir da malan dabîn bikin ji nîv milyonek penaberên Sûrî re.

UNHCR ev bang li niwênerên bêhtirî 90 welatî kir ku ew amade dibin di konferanseke li ser asta wezîran de ji bo dabînkirina şûnûwaran ji Sûriyan re.

Welatên derdora Sûriyê barê kirîza penaberên Sûrî hildigrin. Ew mîvandariya 4.8 milyon penaber dikin. Acansa penaberan dibêje divê welatên din jî parekê ji wî bar î hilgirin.

Komisyonerê bilind yê Neteweyên Yekgirtî Filippo Grandî dibêje acansa wî pilan dike derdora 480 hezar penaber bi şûnûwar bike di sê salên bê de. Ew lê mukur tê ku dê ne hêsan be, bi taybetî di nav geşbûna xweragirtina welatên Ewrupî û cihên din de li dor bixêrhatina xelkê ku ji ber şer direvin.

Ew dibêje jimareke mezin ji Sûriyan tevlî geştên metirsîdar dibin li derya Sipî ji bo derbasbûna Ewrupa.

Wî nîşan bi wê yekê da ku rêkeftina dawî di navbera Ewrupa û Tirkiyê de ne diyare ku dê kirîzê çareser bike.

XS
SM
MD
LG