Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê 6 Endamên Daiş Digre bi Gumana Pilankirina Êrîşan


Berpirsekî Tirkiyê dibêje desthilatdaran 6 endamên Dewleta Îslamî Daiş girtin ku pilan dikirin hin êrîşan pêkbînin li bajarê navendî yê Tirkiyê Qonyê.

Hakim Muammer Erol îro şemiyê got her şeşên ku nasnameyên wan biyanî ne derengî înê hatin girtin. Wî got gurûpê hewil dida êrîşan pêkbîne li dijî berpirsên hikûmetê yên ku serdana Qonyê dikin an jî li cihên stratîjî yên bajêr.

Wî nasnameyên wan diyar nekirin.

Tê zanîn ku Tirkiyê ji tîrmeha borî ve rastî 6 êrîşên mirdar bûye ku Daiş bi çaran ji wan hat tawankirin.

Êrîşa herî dawî di 19 meha Adarê de bû ku çar geştiyaran jiyana xwe ji dest dan di teqîneke xwekujî de li cadeyeke Istembolê.

XS
SM
MD
LG