Hêza Asyîşa Kurdî li Qamişlo agirbestî ragîhand piştî sê rojan ji şerê dinav hêzên Kurdî û yên rêcîma Sûrî û alîgirên wê de ji hêza berevaniya neştumanî ve piştî navbertiya rîsipiyên herêmê û serokên êlên wê.
Dr.Selah Cemîl, pêvdarê pêwendiyên leşkerî yên YPG li Kantona Cezîrê ji Dengê Amerîka re got, ku agirbestî berdewam dike û rewşa qamişlo hinekî aram bûye.
Herwiha jî Dr.Cemîl li ser beşdarîbûna hêza Berevaniya Neştumanî û hin êlên Ereb di şerê dijî Kurdan de dibêje: "Ew pêxwasên rêcîma Sûrî ne û rêcîm wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne li dijî Kurdan."
Di dawiya hevpeyvînê de, Dr.Cemîl got, ku şerê hêzên kurdî bi rêcîma Sûrî re ye, ne bi êlên Ereba re ye û dijî DAIŞ in.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke