Serokê desteya xweparastinê li kantona Efrînê Ebdo Çîlo di hedîtineke taybet de li gel Dengê Amerîka topbarankirina herêmê û êrîşên komên girêdayî bi el-Nusra ve nirxandin.
Wî ronî da ser sedemên topbarankirna herêmê û armanckirina sivîlan.
Wî got:
“Şikandina wan li Eyn Deqnê û deverên din hîşt ku ew bixwezin reşkirinekê li ser hêza QSD çêbikin.lê ger êrîş û topbarankirin li ser Efrîn û herêma el-Şehba wisa dewamke, emê di parastina xwe da nemînin, û bersivin tund bidin wan.“
Çîlo di axaftina xwe bal kişand ser girîngiya Til Rifet di şer de û got:
”Hemû odeyên operasyonê, û êrîşên li ser Efrînê, û her wiha dorpêçkirina Efrîn ji hindirî TIL Rifet derdiket.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke