Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê PYD Yê Rusiya: Girtina Ofîsa Xweseriya Demokratrîk ya Rojava li Rusiya Ne Rast E


Abdulsalam Ali

Roja sêşema 9î Tebaxê serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan bi serdanek fermî giha Rusiya, serokê Rusiya Vladimer Putin li bajarê St. Petersburg pêşwaziya wî kir, ev serdana yekê ya berpirsekî tirk bû jibo Rusiya piştî aloz bûna têkiliyên herdu welatan liser şer û pirsgirêkên li Sûriyê û xistina xwar ya balefira Rusî ji aliyê artêşa tirkî de.

Piştî dîdara herdu serokan, hind raportên rojnamevanî û mediya civakî dan xuyakirin ku, di serdana Erdgona ya Rusiya de, daxwaz ji Rusiya haitye kirin da ku, nunertiya Xweseriya Demokratîk li Rojava bihê daxistin û ev daxwaz ji aliyê Rusiya de hatiye erêkirin û Ofîsa nunertiya roja li Moskova hatiye gitrtin.

Roja Înê pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel birêz Abdulselam Alî nunerê Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) li Rusiya encam da birêz Alî got "Ez red dikim ku Ofîsa xweseriya Demokratîk ya Rojava li Rusiya hatibe girtin".

Herweha nunerê PYD li Rusiya Abdulelam Alî jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da xuyakirin ku ew raport û daxuyaniyên derheqa girtina Ofîsa xweseriya Demokartîk ya Rojavayê Kurdistanê li Rusiya ne rastin û bi şaşî hatiye fam kirin, jiber ku berîya çend rojan nunertiya başûrê herêma Kurdistanê jiber pirsgirêkên abûrî hat girtin.

Abdulselam Alî tekez dike ku, piştî serdana serokomarê tirkiyê Recep Tayyib Erdog ya Rusiya û hewildanên başkirina têkiliyan di navber Tirkiyê û Rusiya de, hîç guherînek di rewşa têkilyên PYD û Îdara Rojava li gel Rusiya de pêk nehatine.

Abdulselam Alî di beşekî axiftinên xwe de jibo dengê Amerîka da zanîn ku, çalkiyên bi şêweke baş li Rusiya tên berdewamkirin, nunerê PYD li Rusiya A.Alî ne di wê bawerê de ye Rusiya têkiliyên xwe bi Rojava re qut bike jiber cardin başkirina têkiliyên wê bi Tirkiyê re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG