Welatiyên herêma Şehba ji bo şermezarkirina êrîşên li ser herêmên xwe derketin xwepêşandanekê û bang li hêza Sûriya demoqratîk kirin ku herêmên wan rizgarbikin.
Bi dehan welatiyên Şehbe yên koçber bûne, li bajarokê Dêrcemel nêzî Efrînê derketin, û siloganên li dijî rêxistina Daiş û rêjîma Sûriyê hildan.
Tê zanîn, welatiyên herêma Şehba ji ber rêxisitina Daiş koçber bûne, û ew daxwaza rizgarkirina herêmên xwe dikin da ku vegerin malên xwe.
Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke