Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Daiş bi Teqîna Entabê Tawan Dike


Îro Yekşemê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gurûpa Dewleta Îslamî Daiş tawankir bi êrîşa li ser semawendekê li bajarê Entabê ku di encamê de 50 kes jiyana xwe jidest dan û bi dehan birîndar bûn.

Berpirs dibêjin ev êrîşa li nêzîkî sînorê Sûriyê diyare teqîneke xwekujîye.

Serokomar Erdogan di daxuyaniyekê de ev teqîna hovane şermezarkir û got Daiş di pişt wê de ye.

Jimarên seretayî yên êrîşê 30 kuştî û 94 birîndar bûn, piştre nivîsîngeha hakimê Entabê jimar ragihand bo 50 kuştî, bêyî dabînkirina jimara birîndaran, li gor Ajansa Dewletê ya nûçeyan Anadol.

Ev êrîşa herî mirdare di sala 2016an de.

Tê zanîn, bû salek e Tirkiyê rastî pêleka êrîşan dibe ku berpirsiyariya wan, an ji aliyê mîlîtanên Kurd ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ve hatiye ragihandin, an jî Daiş pê hatiye tawankirin.

Meha hizêranê, bergumanên mîlîtanên Daiş bi çek û bumbeyan êrîşî firokxaneya Stenbol kirin û 44 kes kuştin.

Erdogan got çi ciyawazî nebû di navbera Daiş, serhildêrên Kurd û tevgera Gulen de. Hersê jî terorîst in, li gor Erdogan

XS
SM
MD
LG