Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî Hin Pêşketinan Li Bajarê Helebê Bidest Dixin


Medya dewleta Sûrî û çalakvanên opozisyonê dibêjin hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya êrîşên esmanî êrîşeke berferh îro yekşemê birin ser herêmên bin destê serhildêran li bajarê Helebê û hin vançe dorpêç kirin.

Ev yek tê piştî mehekê ji dorpêçkirina serhildêran bo gelek bingeh û cihên leşkerî yê hikûmetê li başûrê Helebê û vekirina kerîdorekî bo navçeyên di bin destê wan de. ji wê demê ve , hêzên hikûmetê û hevalbendên wan hewil didin wan herêman dorpêç bikin.

Ajansa SANA ji ser zimanê berpirsekî leşkerê ragihand ku wan akadîmiya leşkerî kontrol kirin û berdewamin di pêşketinên xwe de li wan navçeyan.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye kontrolkirina akadîmiyê piştrast kir û got serhildêran ji aliyê xwe ve êrîş vegerandin.

XS
SM
MD
LG