Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Sûrî Dibêjin Hêzên Hikûmetê 5 Kes Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin hêzên hikûmeta Sûrî 5 kesên sivîl kuştin ku zêdegaviya herî dawî ye di agirbesta Amerîka û Rûsya de.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje jinek û zarokek îro şemiyê li bajarê Telbîse yê parêzgeha Homsê hatin kuştin. Ew dibêje du mêr li Dîmeşqa paytex û zarokek li parêzgeha Helebê hatin kuştin.

Gurûpa berevaniya sivîl a Sûrî li Homsê dibêje topên hikûmetê bûn sedema mirinênTelbîse.

Girteyeka vîdyo ya tîmeka rizgarkirinê termên li ser erdê belavbûyî diyar dike.

Ajansa dewletê SANA Dibêje di 12 demjimêrên borî de, çekdaran 12 caran agirbest şikandin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov û yê Amerîka John Kerry bi riya telefonê li gel hev axivîn li dor agirbesta lawaz a Sûriyê û hewlên derbaskirina alîkariyan bo bajarê Helebê.

Wezareta derve ya Rûsya dibêje Lavrov ji Kerry re got Rûsya ji bo alîkariyan hevrêzî kiriye li gel hikûmeta Sûrî û bang li waşinton dike ku ew jî desthilata xwe li gel serhildêrên Sûrî bikar bînin.

XS
SM
MD
LG