Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Airbus: Amerîka Bazarê Balefiran bi Îranê re Erê Dike


Firokeke Îranî ya Airbus A300
Firokeke Îranî ya Airbus A300

Roja çarşemê şerîketa Airbus ragihand ku, hikûmeta Amerîkî destur da wan da ku, bazara firotina Balefiran ya Îranê bi encam bibe û weke pêgava yekê ji girêbesta bazirganî ya dîrokî ku dê 17 balefiran bifiroşin Îranê, ev ji encama peymana nuklerî de pêkahtiye.

Daxuyaniya Airbus di wî demî de pêkhat dema berpirsên Amerîkî û Îranî li New York di komcivîna civta giştî de amadene, ev nîşana wê yekêye ku Amerîka dê rêzê li aliyê aburî yê peymana Navokê ya bi Îranê re bigire, bi taybet piştî serok Obama di peyva xwe ya doh li Netewên Yekgirtî de îşaret bi peymana Navokî ya bi Îranê re dabû û ew weke yek ji karên baş yên di serdema desthilata wî de pêkahtine li qelem da.

Justin Dubon peyvdarê şerîketa Airbus jibo ajansa Associated Press ragihand ku pişka pirsên derve yên girêdayî wezareta xezîna Amerîkî peymana bazirganî ya di navbera wan û Îranê de rast dibîne û wek pêngava yekê ewê 17 balefirên ji curê A320 û A330 bifiroşin Îranê.

Li Meha yek ya Îsal Wezareta veguhastinê ya Îranê girêbestek bi Airbus re îmze kir bû , li gur vê girêbestê dê 118 Firokên Airbus bikire, tê texmînkirin ku bazar bihayê ev bihayê 22.8 Miliyar Euroyan (25 Miliyon Dolaran) be.Balefirên ku dê Îran ji Airbus bikire, 21 A320ceos, 24 A320neos, 27 A330ceos, 18 A330neos, 16 A350-1000s Herweha 12 balefirên du qatî yên A380s bin.

XS
SM
MD
LG