Şerê Sûriye berdewam dibe û roj bi roj aloz û dijwar dibe tevî hewldanên navnetewî bi serpereştiya Amerîka û Rûsya bo pêkanîna agirbestiyeke dûmdirêj di nav aliyên şer de, gelo çima çareseriya vî şerî nabe?
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û nivîskarê kurd Dr. Ehmed Xelîl re kir di derbarî têkçûna hewildanên dawî yên Amerîka û Rûsya ji bo qeyrana Sûriye û sedemên ku nahêle rewşa wê aram bibe.
Dr. Xelîl dibêje: "rewşa Sûriye bi berjewendiyên Amerîka û Rûsya ve di Rojhilata Navîn de girêdayî ye û da ew li hev nekin, tu çareserî li Sûriye nabe."