Berbijara Demokrat Hillary Clinton û hevrikê wê yê Komarî Donald Trump di gotûbêja yekemîn de, şeva Duşemê de li eyaleta New Yorkê hatin rastî hev û babetên girîng giftûgo kirin.
Serokê Tora Agahdarî ya Kurdî Amerîkî (American Kurdish Information Network/ (AKIN) Kanî Xulam dibêje ku gotûbêj bi giştî baş derbas bû û her du berbijar berevanî li nerînên xwe kirin, taybetî li ser siyaseta derve û rewşa aborî li Amerîka.
Xulam hêvî dike ku Kurd jî ji aliyê her du kandîdan ve cihê xwe di siyaseta nû ya Amerîka de bigirin.