Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke Xwekujî li Îraqê 19 Kesan Dikuje


Berpirsên Îraqî dibêjin teqîneke xwekujî li Bexdayê bi kêmanî 19 kes kuştin û 50 birîndarkirin. Hin jêderan jimara kuştî û birîndaran bilintir ragihandin.

Desthilatdar dibêjin êrîş îro şemiyê rûda di demekê de xelk kombûbûn ji bo merasîmeke sersaxiyê.

Çi alî yekser berpirsiyarî ranegihand li dor êrîşê, lê çekdarên Daiş di kiryarên wiha de pêkhateya Şîiî ji xwe re dikin armanc ku Daiş li wan wek kafir temaşe dike.

Teqîn tê di demekê de hêzên ewlekariya Îraqê pilan dikin bajarê Mûsilê ji çekdarên Daiş rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG