Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Welatiyên Kosovo yên Tevlî Terorîstan Dibin Kêm Dibe


Jimara welatiyên Kosovo ku diçin rojhilata navîn ji bo tevlêbûna gurûpên tundrew, ku caran rêjeya herî bilind bû li Ewrupa, pir kêmbûye, li gor berpirsên hikûmetê, lêkoleran û her wiha şervanên berê.

Şareza dibêjin ev guhertin hat piştî fişara hikûmeta Kosovo li ser bikaranîna tundrewan, bilindbûna asta helmetên perwerdekirinê, û kêmbûna bangên tevlêbûnê ji aliyê çekdarên Daiş ve.

Sarah Bedenbaugh, şarezaya karûbarên Belqan li navenda vekolînan a Civata Atlantic ku bingeh li Waşintonê ye, got:

“Kosovo karekî mezin kir, ku hîşt civakên xwecihî yên misilmanên Kosovo bi awakî rasterast tevlî şerê dijî metirsiyên radîkalîzmê bin.”

Kosovo biçûktirîn welate, ku piraniya xwe misilmanin, li herêma Belqan.

Piştî şerekî dirêj li gel Sirbiya, Kosovo di sala 2008an de serxwebûna xwe stand.

Li gor serjimêriyên hikûmeta Kosovo, 314 welatiyên wan tevlî gurûpên çekdar bûn li Sûriyê, wek Daiş, eniya Fetih el-Şam (Cebhet el-Nusra), û Ehrar el-Şam.

Hikûmet dibêje wê îsal çûyîna çi welatiyan bo rojhilata navîn, bi mebesta tevlêbûna van gurûpan, tomar nekiriye.

XS
SM
MD
LG