Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Werza Zeytûnan li Herêma Efrînê


Zeytûn sembola herêma Efrînê ye û xelkê herêmê pala xwe didin ser werza zeytûnan.

Bêhtirî 15 milion darên zeytonê li Efrînê hene, her du salan carekê mewsim baş dibe, di cotmehê de xelkê herêmê dest bi çinîna zeytûnan dikin.

Li gor cotkaran, ji ber kêmbûna baranê îsal mewsim ne başe, lê tevî wê jin û mêr pê mijûl dibin, bi çinîna zeytûnan û şikandin û rakirin ji bo zivistanê, her weha bi guvaştina zeytûnan û çêkirina zeytê.

Ji ber koçberiyê pale kêmin, û welatî astangiyan dibînin.

Li gor xwediyên guvaştgehan bihabûna alavên dagirtina zeytûnan û zeytê û qutbûna rê ji aliyê komên çekar ve bandoreke ne baş li ser bazirganiya zeytê heye, û kêmbûna baranê dihêle ku zeyt ji guvaştina zeytûnan kêm were.

Li seranserî cîhanê xweşbûna zeyt û zeytonin Efrînê tê naskirin, û zeytûnciyên Efrînê di mûsimê de bi kêfxweşî rojên xwe li çolê bêhtirî du mehan derbas dikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00

XS
SM
MD
LG