Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Serokekî Nû bo Hêzên Leşkerî Yên Ser Erdê Binav Dike


Malperea Serkirdeyê Bilindê Îranê ragihand ku wî serokekî nû ji hêzên leşkerî yên ser erdê re binavkir.

Raporta îro şemiyê dibêje Ayatollah Ali Khamenei, ku wî gotina dawî di her babeteka dewletê de heye, general Kiumars Heidari wek serokê leşkerên ser erdê binavkir.

Heidari yê 52 salî, berê komandarê cîbecîkarê hêzên ser erdê bû. Ew xanenişînê şerê Îranê û Îraqê yê salên1980-1988an e ku di encamê de bêhtirî milyonek kes ji herdû aliyan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyekî din, Khamenei her wiha serokê berê yên hêzên ser erdê general Ahmad Reza Pourdastan bo posta komandarê leşkerî binavkir.

Hêjayî gotinê ye, herdû hêzên Îranê, leşkerê niştimanî û nobedarên şoreşvanî, bi awakî ciyawaz hêzên xwe yên esmanî, deryayî û yên ser erdê hene.

XS
SM
MD
LG