Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump: Em Dê Daiş Têk Bibin


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro bo yekem car piştî serkeftina xwe di hilbijartinan de, tevlî axaftineke bû li wîlayeta Ohio li gel cîgirê xwe Mike Pence.

Trump di axaftina xwe de, behsa pêwendiya Amerîka li gel welatên cîhanê kir li ser bingehên aştiyê ku li gor wî tê wateya rêzgirtina her welatekî û di serî de jî Amerîka.

Wî behsa girîngiya yekîtiya xelkê Amerîka kir û got:

“Dema em yekbin dê tiştek nebe ku destê me negihê”

Trump nîşan bi wê yekê da ku niha derfeteke mezin heye "hêviyên herî bilind ên xelkê Amerîka pêkbên."

Di derbarê Texan de, serokê hilbijartî soz da ku wan kêm bike.

Trump li bajarê Cincinnati bal kişand ser serkeftina xwe di hilbijartinan de li beramber rikberên xwe û got, “em bi awakî mezin biserketin.”

Wî her wiha pesna hikûmeta xwe ya ku hîn tête sazkirin da û got,” me hikûmeteka gelekî baş heye.”

Her wek di helmeta xwe ya hilbijartinan de, Trump bal kişand ser gurûpa terorîst Daiş, soz da ku wan têk bibe û got:

"Em bi xêrhatina her welatekî diking ku tevlî şerê Daiş û gurûpên terorîst bibe"

XS
SM
MD
LG