Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê 4 Hezar Kesên Din Ji Ber Şerê Direvin


Ajnansa Sûrî ya nûçeyan dibêje 4 hezar kes li bajarê Helebê ji navçeyên şer reviyan, cihê ku hêzên hikûmetê nêzîkî taxên serhildêran dibin.

Tilfizyona Sûrî îro yekşemê bisedan xelk nîşan dan ku ji aliyê rojhilata bajêr direvin û dibêje bêhtirî 70 hezar kes reviyane ji sere vê mehê ve dema êrîşa berfeh destpêkir.

Dezgeheka ragihandinê ya dewletê got serhildêr hîn derdora 7 kîlo metrên çargoşe li rojhilata bajêr kontrol dikin.

Kontrolkirina hêzên hikûmetê bo bajarê Helebê ku serhildêran ji sala 2012an ve aliyê rojhilata wê kontrol kirine, dê nîşana serkeftineke mezin be ji dema destpêkirina şerê welêt di sala 2011an de.

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsî general Igor Konashenkov dibêje 291 sehildêran çekên xwe danîn û xwe spartin hêzên hikûmetê.

XS
SM
MD
LG