Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar wê ji Berlin Heta Sûrîye bo Aştîyê Bimeşin


Bi sedan bizavkarên aştîyê dest bi weko dibêjin meşa mehan ji Berlin- Elmanya heta Sûrîye kirin bo handana bidawî anina şer.

Meşa Aştîyê bo Helebê, bi helgirtîna alayên Spî ji frokexana Tempellhof ya Berlin a berê, Iro Dûşemê dinav sermayêda destpêkir.

Rêkxerên çalakiyêdi bêjin, ew bawer dikin ko di her rojekê da ew wê 20 kilometra biçin û dibe ev meşe 3 mehan vekişe.

Meş wê dinav Elmanya û Komara Czech û Nemsa û Slovinia û Kirwatîye û Serbiya û Mekedonîya û Yonanistan û Tirkiye derbas bibe.

Beşdarên çalakiyê hivî dikin bikêmîve bigehne tûxîbê Turkiye digel Sûrîye û eger derfet hebe bigehne bajarê Helebê.

Rêkxerên meşê liser malperê xwe gotin, “Niha deme karek bête kirin” herwesa gotin “me gelek liser Facebook nivîsa êdî bese eva çê dibe pir xemgine.”

Cebar Zahir yê 28 salî, xelkê Sûrîye ye û li Elmanya dimîne got “meş û xelkê xwastin hestê mirovanîyê diyar bikin.”

XS
SM
MD
LG