Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkiyê Guhertinên Destûrî Guftûgo Dike


Turkey Parliament
Turkey Parliament

Parlemana Tirkiyê îro duşemê dest bi guftûgoyan dike li dor amadekirina reşnivîsa guhertinên destûrî ku dê deshilatdariya cîbecîkirinê bihêztir bikin ji bo serok Receb Tayyip Erdogan, û her wiha renge Erdogan karibe li gor wan guhertinan du carên din bibe serok ku her carek 5 sal in.

Erdogan, ku ev bû 14 salin di siyaseta Tirkiyê de deshilatdar e, bû demeke dirêje hewil dide posta serokatiyê bihêztir bike. Ew bawere ku serkirdayetiya bihêz dê alîkar be di geşepêdana Tirkiyê de.

Metirsiyên Partiya sereke ya opzisyonê ewin ku eger ev hguhertin bêne erêkirin dê gelekî desthilata Erdogan bihêz bikin, welat ber sîstemeke dîktatorî ve bibin û Tirkiyê ji demukrasî û welatên rojava dûr xin.

Serkirdeyê opozisyona sereke Kemal Kilicdaroglu got:

“Ew hewil didin sîstema parlemanî ya demukrat bikin rêjîmeke totalîter. “

Guftûgoya li dor guhertinan, pêşbîne du hefteyan dirêj ke û ji bo erêkirina wan pêwîstî bi 330 dengî heye ji 550 dengên parlemanê.

XS
SM
MD
LG