Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Hizbullah Dibêje Artêşa Sûrî Gundê Eyn el-Fîje Kontrol Kir


Medya leşkerî ya gurûpa Hizbullah a Libnanî îro got hêzên hikûmeta Sûrî derbasî gundê Eyn el-Fîje bûn û navenda avê ji destê serihdêran derxistin ku ava Dîmeşqa paytext dabîn dike.

Gurûpeka çavdêriyê got artêşa Sûrî hîn derbasî gund nebûye, lê pêşbîne derbas be li gor rêkeftinekê li gel serhildêran ku herêm bi salane di bin destê wan de ye.

Navçeya Wadî Bereda ku Eyn el-Fîje lê ye bûye cihê pevçûnên giran di şerê navxweyî yê Sûriyê de, û sedema kêmbûna tund a avê li Dîmeşq di van demên dawî de.

Daxuyaniya yekîneya medya Hizbulla got:

“artêşa Sûrî derbasî Eyn el-Fîje bû û ala Sûrî li wir hilda.“

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got biryar e li gor rêkeftinê serildêr li gel çekên xwe yên sivik ji wir derkevin û biçin parêzgeha Idlibê.

XS
SM
MD
LG