Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Telefona Gelek Serkirdeyên Cîhanê Bike


Donald Trump
Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro şemiyê telefona jimarek serkirdeyên cîhanê dike, û ji Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe dest pêdike ku yekem serkirdeyê biyanî bû piştî hilbijartinên Amerîka li gel Trump kom bû.

Telefona wan tê piştî çend roja ji biryara Trump a vekişandina Amerîka ji hevkariya li seranserî Pasifîk a bi navê TTP tê nasîn ku di navbera Amerîka, Japon, û 10 welatên din de bû û 40 ji sedî ji abûriya cîhanê vedihewand.

Abe, wek serokê berê yê Amerîka Barack Obama, piştgirekî dilgerm ê TTP ye.

Trump biryare piştî Abe li gel rawêjkara Almanî Angela Merkel biaxive .

Sala borî Merkel bang li welatiyê xwe kir ku alîkariya penaberên Sûrî bikin û bihêlin ew derbasî Almanya bin.

Serokê Rûsî Vladimir Putin ew serkirdeyê sêyeme ku Trump dê li gel biaxive. Ew dê cara yekem be ku li gel Putin diaxive piştî sondxwarina serokatiyê.

Serok Trump gera xwe telefonan bi dawî tîne li gel serokê Frensî Francois Hollande piştî serokwezîrê Australî Malcolm Turnbull.

XS
SM
MD
LG