Ajansa fermî ya nûçeyan a dewleta Tirkiyê dibêje 2 bergumanên Daiş hatin girtin ku pilana êrîşan dikirin li Ewrupa.
Ajansa Anadol îro şemiyê got Mihemed Laban ê 45 salî ku ji binemaleke Libnanî ye û nisnameya Danîmarkî heye û her wiha Mihemed Tefik Salih ê 38 salî ku ji binemaleka Îraqî ye û nasnameya Siwêdî heye, wan di sê mehên borî de rahênana leşkerî li Sûriyê wergirtin li dor bikaranînan çek û teqemeniyan.
Ajans dibêje polîs li dirêjiya 10 rojan vekolîn li gel wan kirin li parêzgeha Adana.
Raport dibêje hevjîna Salih desthilatdarên Siwêdî agahdar kirin ku mêrê wê li gel 2 keçên xwe di sala 2014an de ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn ji bo tevlêbûna Daiş.
Ajans dibêje hevjîna wî derbasî Sûriyê nebû û vegeriya Siwêdê.
Anadol dibêje hin wêneyan diyar kirin ku Laban di xendekekê de ye û çek di destên wî de ne.