Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Êrîşên Xwekujî li Sûriyê 42 Kesan Dikujin


Du êrîşên xwekujî li bajarê Homsê li rojavayê Sûriyê bi kêmanî 42 kes kuştin, di nav de berpirsekî rade bilind ê agahdariyê.

Çavdêriya Sûriya ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje gelek êrîşkeran xwe teqandin li nêzîkî bingehên ewlekariya dewletê û agahdariya leşkerî.

Gurûpeka girêdayî bi el-Qaîde ve berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşan, û got 5 çekdarên wan êrîşî wan herdû bingehan kirin li navenda Homsê.

Ev bû sê sal in, bajar bi temamî di bin kontrola hikûmetê de ye.

Doh înê li bakurê Sûriyê teqîna du erebeyên bumbekirî bi kêmanî 65 kes kuştin, di nav de gelek sivîl, serhildêr û du serbazên Tirk hebûn, li gor medya xwecihî û berpirsên Tirkiyê.

Êrîşa nêzîkî al-Bab hat piştî rojekê ji rizgarkirina piraniya bajêr ji aliyê hêzên Tirkiyê û hevalbendên wan ên opozisyona Sûrî ve.

Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşa al-Bab, û got wan 8 serbazên Tirkiyê û 60 serhildêr kuştin, li gor ajansa Aamaq a girêdayî bi Daiş ve.

XS
SM
MD
LG