Piştî têkçûna wan di hilbijartinên serokatiyê de, partiya demukrat dê îro şemiyê serkirdeyekî nû ji bo xwe hilbijêre ji bo nûavakirina partiyê ku dê rikberiya siyasî birêve bibe li dijî serokê komarî Donald Trump.
447 endamên komîta niştimanî ya demukratan û baskê birêvebirî û piştgiriya darayî ya partiyê dê li bajarê Atlanta kom bibin ji bo hilbijartina serkirdeyekî nû.
Çalakî di asteke germ de ne di nav partiyê de, piştî têkçûna ne pêşbîn a Hillary Clinton di hilbijartinan de, û helwildan li darin ji bo birêvebirina berxwedana alîgirên partiyê li beramber Trump ji aliyê demukratan ve li ser her asteka hikûmî û li seranserî welêt.
Heft kandîd hene ji bo serkirdayetiya Partiyê. Di serî de, wezîrê kar ê berê Tom Perez ku piştgiriya berpirsên rêveberiya berê ya Obama werdigre, û her wiha niwênerê wîlayeta Minnesota Keith Ellison ku piştgiriya serkirdeyên lîbral ên wek Bernie Sanders werdigre.
Perez ew ji binemaleke koçber a Dominican e, û Ellison jî yekem Misilman bû ku ji bo Kongresa Amerîkî hate hilbijartin.