Fermandarê giştî yê hêzên navendî yên Amerîka li Rojhilata Navîn Gen. Joseph Votel serdana Hêzên Sûriya Demokratîk li Kobaniyê kir, bo şopandina rewşa şer û operasyonên lêşkerî bo rizgrakirina Raaq ji destê DAIŞê.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hevserokê Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cezîrê birêz Hekem Xelo re kir, da ku vê serdanê şîrov bike û girîngiya wê ji rewşa siyasî ya kurdên Sûriye ron bike.
Birêz Xelo dibêje ku, Amerîka giraniyê dide rola HSD di şerê dijî DAIŞ li Sûriye û ji ber wê ev hevdîtinan li gel wan dike.
Herwiha jî birêz Xelo li ser paşaroja siyasî li Sûriye û paar kurdan di nexşeya siyasî de dibêje: "Kurd wê ne bê paar bin di nexşeya siyasî de li Sûriye, ew xwedî pirojene û serkeftiyên mezin li herêmê bi destxistine."