Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkî Nerînên Ciyawaz li Dor Îslamê Dide


H.R. McMaster
H.R. McMaster

Rawêjkarê nû yê ewlekariya niştimanî ya Amerîka ji tîmê xwe re got Misilmanên ku kiryarên terorîst dikin ew Îslamê xerab dikin. Ev nerîn ciyawaze ji ya raweêjkarên din ên serok Donald Trump.

Li gor rojnameya New York Times, general H.R. McMaster ji civata ewlekariya niştimanî re got bi karanîna têrma “terora Îslama radîkal” encamên wê yên berevajî hebûn ji ber ku kiryarên terorî ew ne Îslamî ne.

Şîroveyên McMaster roja pênşemê bûn, dema kombûna wî ya li gel hemî endamên tîmê wî, li gor hin kesên ku li kombûnê amade bûbûn.

Axaftinên wî, bervajî yên serok û her wiha rawêjkarê berê yê ewlekariya niştimanî ne.

Rawêjkarê berê Michael Flynn dest ji kar kişand piştî ku diyar bû wî pêwendî li gel dîplomatên Rûsî kirine, di demekê de ku wî ji berpirsên rêveberiya Trump re gotibû wî çi pêwindî nekirine.

Helwesta McMaster bêhtir nêzîkî yên serokên berê Barack Obama û George Bush in, ku ciyawaziyek dixistin navbera kiryarên terorîst û ayîna Îslamê, bi awakî ku Amerîka pêwîstî bi hevalbendên Misilman heye ji bo şerê dijî terorê.

XS
SM
MD
LG