Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Giranbûna Pêşketinên Hêzên Îraqî Rewşa Rojavayê Mûsilê Xerab Dike


Pêşketina hêzên Îraqî li aliyê rojavayê Mûsilê îro şemiyî lawaz bû, di demekê ku şer derbasî nav cadan dibe û hêzên Îraqî rastî berxwedaneke xurt a gurûpa Daiş tên.

Bisedan xelkê sivîl ji Mûsilê derketin piştî pêşketinan, lê piraniya xelkê, ku texmîne jimara wan 750 hezar kesin, hîn di li aliyê rojava dorpêçkirî ne, ku xerabûna rewşa mirovahî û ewlekarî wesif dikin.

Generalê hêzên taybet Abdul-Wahab al-Saadi got hêzên wî bi awakî giran pêş dikevin û Daiş bi erebeyên bumbekirî, sekvan û bi dehan firokên bê firokvan bersivê didin.

Firokên bê firokvan çend kes kuştin, bidehan birîndar kirin û pêşketinên operasyonan berbend kirin.

Al-Saadi got taxa Mamun bi awakî taybet dijwar bû ji ber ku cadeyên wê ne organîzekirî ne, û zore jib o hêzên wî ku çeperan li ser riyan deynin û rê li erebeyên bumbekirî yên Daiş bigrin.

XS
SM
MD
LG