Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Taxeke Nû li Aliyê Rojavayê Mûsilê Rizgar Dikin


Komanarekî mezinî Îraqî dibêje polîsên leşkerî taxek li aliyê rojavayê Mûsilê rizgar kirin di nav pevçûnên giran de li gel çekdarên Daiş.

Generalê beşê Komandos ê polîsê Fedralî Haider al-Maturi ji ajansa Associated Press re got hêzên wan îro yekşemê sibê derbasî taxa Tayaran bûn û ew niha bi temamî di bin kontrola wan de ye.

Al-Maturi got çekdarên Daiş bi kêmanî 10 erebeyên bumbekirî belav kirin, 9 ji wan teqiyan berî bigihin armancên xwe, û ya dehem 2 endamên polîs kuştin û 5 birîndar kirin.

Hêzên Îraqê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka, berê aliyê rojhilata Mûsilê kontrol kirine.

Demekê berê, berpirsên leşkerî yên Îraqê gotin hêzên wan rastî berxwedaneke tund tên, di demekê de ku serbaz kûrtir diçin li aliyê rojavayê bajêr ku warê Daiş ê herî dawî ye li Îraqê.

General Abdulamir al-Mohammadawi ji ajansa Nûçeyan a Frensî AFP re got Daiş malên tije rûniştvan wek mertalên mirovî bikar tînin.

XS
SM
MD
LG