Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gumane Çekên Kîmawî li Mûsilê Hatine Bikaranîn


Coordînatora kar û barên mirovahî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê huşdariyek belav kir li dor bikaranîna çekên kîmawî li Mûsilê, cihê ku çekdarên Daiş şerê hêzên Îraqî dike.

Lise Grande got "Ev tiştekî metirsîdare” û banga vekolînê kir di vê derbarê de.

Wê got eger ev guman bên piştrastkirin, ewê zêdegaviyeke rijdî be di yaseya navnetewî ya mafê mirov de û gunehkariyeke şer be, kî bin armanc an qurbaniyên van êrîşan.

Komîta navnetewî ya Xaça Sor dibêje 7 kes hatin derbaskirin bo nexweşxanê û gumane ew rastî madeyên kîmawî bûne.

Rêvebirê herêmî yê Xaça Sor Robert Mardini got 5 zarok û 2 jin ku têne dermankirin li nexweşxanê, diyare ew bi awakî tund rastî madeyên kîmawî bûne.

Mardinin got:

“Bê guman bikaranîna çekên kîmawî qedexeye li gor yaseya navnetewî ya mafê mirov. Em pir bi xemin li dor wan tiştên ku hevalên me dîtî û em bi awakî tund her bikaranîneke çekên kîmawî şermezar dikin, li ku be û ji aliyê kê de be.“

Êrîşên berguman hatin ragihandin ku hefteya borî bûne li aliyê rojhilata Mûsilê.

XS
SM
MD
LG