Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun bi Tawanên Cuda 15 Kesan Bidarve Dike


Li welatê Urdunê 15 kes ku bi gunehkariyên cûrawcûr hatibûn tawanbarkirin, îro şemiyê hatin darvekirin.

Ajansa fermî ya Urdun Petra got 10 ji wan tawanbaran terorîst bûn ku êrîşên terorîstî pêkanîn, di nav de jî kuştina rojnamevanekî, êrîşeka bumbeyî li ser balyozxana Urdunê li Bexdayê û her wiha êrîşa terorî li dijî geştiyarên biyanî ku serdana şûnwarên keleporî yên Romanî dikirin li Emman a paytext.

Pênc gunehkarên din hatibûn tawanbarkirin bi gunehkariyên xerab, di nav de jî destdirêjiyên seksî.

Hemî tawanbar hatin darvekirin li zîndana Swaq ku 70 km li başûrî Emmanê ye.

Urdunê ji sala 2006 ta 2014 darvekirin rawestandibû, lê ew careke din vegerand piçtî gazinên nerîna giştî li dor bilindbûna asta gunehkariyê di warê siyasî de.

XS
SM
MD
LG