Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Êrîşeke Esmanî 8 Kesan Dikuje


Bi kêmanî 8 kesên sivîl, di nav de 4 zarok, di êrîşekê de doh êvarî li parêzgeha Farah a rojavayê Afganistanê hatin kuştin, li gor berpirsên Afganî. Lê ta niha sedema kuştina wan hîn cihê lihevnekirinê ye.

Peyvdarê hikumdariya herêmê Mohammad Naser Mehri, îro şemiyê got ew rûdan encama teqîna bumbeyeke li ser rê bû ku li navçeya Bala Buluk qewimî.

Lê malbatên qurbaniyan dibêjin ew rastî êrîşên esmanî hatin.

Peyvdarê wezareta Berevaniyê General Dawlat Waziri, ji ajansa Associated Press re got vekolîn di vê derbarê de dibin.

Wazîrî got:

“Em agahdarin li dor axaftinên rûniştvanên xwecihî, niha vekolîn berdewam in li parêzgeha Farah. “

Rêvebirê nexweşxana Farah Dr. Abdul Hakim Rasouli got 22 kesên din birîndar bûn di êrîşê de, ku 3 ji wan di rewşeke xerab de ne û dê bêne veguhestin bo parêzgeha Herat ji bo dermankirinê.

XS
SM
MD
LG