Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Li Mûsilê Pêş Dikevin


Hêzên Îraqî ku piştgiriya Amerîka werdigrin, dest bi pêngaveke nû kirin ber bi navenda bajarê Mûsilê de, wek hewildan ji bo kontrolkirina hin cihên ku hîn di bin destê çekdarên Daişê de ne.

Berpirsên leşkerî yên Îraqî îro yekşemê gotin wan gelek gund li aliyê rojavayê Mûsilê rizgar kirin di pevçûnên dawî de, di demekê de ku ew ber bi aliyê kevnare yê bajêr de diçin.

Hêjayî gotinê ye ku êrîş hatibûn ragirtin bi sedema keşûhewa xerab.

Bi hezaran sivîl, rojane ji ber şer direvin.

Ji dema destpêkirina êrîşên hikûmetê li aliyê rojavayê bajêr di 19 meha şibatê de, komandarên Amerîkî û Îraqî berxwedana tund a Daiş wesif dikin, di demekê de ku çekdarên Daiş berxwedaneke tund dikin ji bo parastina navçeyên dawî yên di bin destê wan de li welat.

Hêzên koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka, ku bi fermî wek rahêner û rawêjkar li wir in, alîkariya hêzên Îraqî dikin di şerê Mûsilê de.

Hêzên Îraqî di 17 meha 10 a sala borî de dest bi operasyona Mûsilê kirin û demekê berê îsal aliyê rojhilata bajêr rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG