Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wîlayeta Oklahoma Hin Xwendekarên Misilman Rastî Pirsiyarên Hestdar Tên


John Bennett
John Bennett

Xwendekarên dibistaneka Misilman li wîlayeta Oklahoma çavlirê bûn hefteya borî li Kongressa wîlayetê li gel niwênerekî kom binbin, ji bo şerê gotar û pirojebiryarên kînê.

Lê ji dêvla wê, di nivîsîngeha niwênerekî de, daxwaz ji xwendekaran bû ku bersiva hin pirsiyarên nivîskî bidin, di nav de jî ev pirsiyar: "Mohammed kujerê kesên xwedênenas, Mesîhî, û Cihû bû, yên ku erê nedikirin li gel wî. Gelo tu vê nimûneyê dipejirînî?"

Xwendekarên Akademiya Aştiyê li Tulsa roja pênşemê kom nebûn li gel niwênerê Komarî John Bennett ê ku Îslam da nasîn wek “Penceşêreke li welat û pêwîste bê qutkirin."

Bennett pirsiyareke din kir di roja misilmanan de, "Tu li hevjîna xwe dixî?"

Bennett roja înê, di E-mailekê de ji bo rojnameya Tulsa World, tiştê di nîvîsîngeha wî de bûyî piştrast kir.

Li gor rojnameyê, Bennett got pirsiyar hatibûn danîn li ser bingeha Quran û tekstên din ên Îslamê.

Partiya Demukrat li Oklahoma, di daxuyaniyekê de got:

“Berdewamiya serkirdayetiya ne profesonal a Bennett ew bi xwe penceşêre di qanûnsaziya Oklahoma de.”

XS
SM
MD
LG