Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje di 5 Mehan de 66 Hezar Kes Bêwar Bûne li Bakurê Sûriyê


al-Bab, Syria

Ajanseka mirovahî ya Neteweyên Yekgirtî dibêje 66 hezar kes ta niha bê şûn û war bûne di 5 mehên şerê bakurê Sûriyê de.

Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê, opozisyona Sûrî, û hêzên Kurdî hemî şer dikin li ser navçeyên sînorî yên di bin destê Daiş de, di demekê de ku amadekarî dibin ji bo êrîşkirina paytexta gurûpê, Reqqa.

Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî ya hevrêziya karûbarên mirovahî, îro yekşemê got helmeta Tirkiyê û opozisyona Sûrî ya rizgarkirina al-Bab 40 hezar rûniştvan bêwar hîştin. Wan di meha 11an a sala borî de dest bi operasyonê kir û di 23 meha şibatê de bajar kontrolkir.

Nivîsîngehê got 26 hezarên din bêwar man di şerê Minbijê , ku di bin destê hêzên Kurdî de ye, û yê al-Xefse de ku di nav destê Daiş de ye.

Xefse navneda Avê ya sereke vedihewîne ku ava vexwarinê ji bo bajarê Helebê dabîn dike.

XS
SM
MD
LG